BAXOZ JÊRÎN DI BIN KONTROLA QSD’Ê YE

Operasyona dawî ya têkbirina DAIŞ’ê didome.
Şervanên QSD’ê herî dawî hewldana çeteyan a derbasbûna Baxoza Jêrîn têk bir û ew kontrol kirin.
Fermandrên QSD’ê jî teqez dikin ku, herjamreke mezin a çeteyan di quncikekê de mane û operasyona li dijî wan jî dewam e.

Şervanên QSD’ê derbên dawî li çeteyên DAIŞ’ê didin.

Herî dawî çeteyên DAIŞ’ê yên ku di Kampa Baxozê winda kirin hewl da, Baxoza Jêrîn a li Başûr Rojhilatê Baxoza mezin dikeve dagir bikin..

Nûçegihanê me ji Baxozê agahî dan ku, hin çete ji Kampa Baxozê reviyan û xwe gihandin Baxoza Jêrîn ango ya biçûk.

Lê belê şervanên QSD’ê li Baxoz jêrîn dest bi operayonekê kir.

Piştî operayonê Nûçegihanê me destnîşan kir ku, şervan di operasyona xwe bi ser ketin û Baxoz jêrîn paqij kirin.

Li aliyekê din jî, şerê şervanên QSD’ê li dijî çeteyên ku, quncikekê de asê mane, didome.

EDNAN EFRÎN: NÊZÎ HEZAR ÇETEYÎ XWE DI GIRÊN BAXOZÊ DE VEŞARTINE

Ji fermandarên QSD’ê Ednan Efrîn, ragihand ku, nêzî hezar çeteyî xwe di nava girên strtejîk ên Baxozê de bi cih kirine.

LÎLWA EBULAH: JI DOH OPERASYONA PAQIJKIRINA KAMPÊ DIDOME

Di heman demê de, Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdulah ji televzyona me re diyar kir ku, ji doh ve operasyona paqijkirina Kampa Baxozê dewam e.

Lîlwa Ebdulah destnîşan kir ku, di vê operasyonê de, hejmareke mezin a çeteyan xwe radest kirin û careke din got,

Yan wê xwe radest bikin, yan jî wê werin kuştin.

Navenda Ragihandina QSD’ê jî, di bîlançoya doh êvarî de ragihand ku 24 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button