BAXOZ BI TEMAMÎ HAT KONTROLKIRIN

Dawiya Dehaqên Serdemê di roja Cejna Newrozê de pêk hat.
Cejna Newrozê piştî 2631 salan careke din tê zindîkirin.
Di roja Cejna Newrozê de, DAIŞ têk çû, QSD’ê bi ser ket.
Nûçegihanê me ragihand ku, Baxoz bi temamî ji DAIŞ’ê hat kontrolkirin.

 

Di saet 17:30’an de Nûçegihana me Raperîn Elî ji Baxozê ji me re regihand ku Baxoz bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hat kontrolkirin.

Piştî wê şervanên QSD’ê dest bi operasyona paqijkirina Baxozê û derdora wê kir.

Fermandariya giştî ya QSD’ê jî ev yek piştrast kir û serkeftina xwe li mirovahiyê pîroz kir.

Li gorî agahiyên wê Fermandariya QSD’ê di demên pêş de daxuyaniyeke berfireh têkildarî bidawîkirina çeteyên DAIŞ’ê bi raya gitşî re parve bike.

Hêjayî bibîrixstinê ye ku, Pêngava Bagera Cizîrê, 9 Îlona 2017 ji bo rizgarkirina tevahiya rojhilatê Firatê hatibû destpêkirin.

Leave a Reply

Back to top button