NAMZETÊN ŞAREDARIYA ŞÊRTÊ: DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN

Ji bo Hilbijartina Herêmî li Tirkiyê tenê çend roj mane.
HDP’ê jî lez daye xebata xwe, Parlementerên HDP’ê û namzetên Şaredariya Sêrtê bang li hilbijêran kirin ku 31’ê Adarê dengê xwe bi kar bînin û li îradeya xwe xwedî derkevin.

Parlementerên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Sidik Taş û namzetên HDP’ê yên Şaredariya Sêrtê bang li şêniyên Sêrtê kirin.

Parlementeran di banga xwe de wiha gotin:

31’ê Adarê ji bo em qeyûman bişînin û bi awayekî xurt bersivê bidin, divê hûn dengê xwe bi kar bînin.

Ji bîr nekin, dengên me rûmeta me ye. Sêrt ya me ye.

Parlementer Sidik Taş jî, xwest hilbijêrên ji Sêrtê ne û li derveyî bajêr in di 31’ê Adarê de werin Sêrtê.

Namzetên HDP’ê yên Şaredariya Sêrtê jî wiha gotin:

31’ê Adarê de em li benda Sêrtiyên li derveyî bajêr in, divê her kes xwedî li deng û vîna xwe derkeve.

Em ê 31’ê Adarê bersiveke baş bidin. Sêrt, a me ye. Şaredarî, a me ye.

Leave a Reply

Back to top button