BERXWEDANA LEYLA GUVEN DI ROJA 135’AN DE YE

Di dîroka Kurdistanê de dirêjtirîn çalakiya greva birçîbûnê bi bewariyek mezin didome.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 135 rojin di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.
Her wiha girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê ku ew jî di greva birçîbûnê de ne daxuyaniyek dan û gotin:
7 daxwazên me hene ku şert û mercên jiyanî ya rêberê me bê başkirin û ev daxwaz jî mafekî rewa ya rêberê me ye.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, 135 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Çalakiya koma dest pêkê ya girtiyan ku 16’ê Kanûnê li girtîgehan dest pê kir 97 roj in didome.

1’ê Adarê jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Çalakiya wan di roja 22. de ye.

3’ê Adarê jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê ketin greva bêdem û bêdorveger.

8’ê Adarê parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya grevê bûn.

Sedat Akin jî çalakiya xwe di roja 75’emîn , û Gurbet Ektîren di roja 67’emîn de piştî ku hatin berdan li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.

GIRTIYÊN PKK Û PAJK’Ê 7 DAXWAZÊN XWE EŞKERE KIRIN

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê têkilî tecrîda li ser Rêber Ocalan daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Denîz Kaya ve hate dayîn û wiha hat gotin;

Em wekî girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên ku li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de ji bo tecrîda li ser Rêberê me rabe û bibe xwedî şert û mercên jiyanê ya azad em berxwedana xwe bi biryardarî bidomînin.

Denîz Kaya daxwazên çalakgerên grevê jî wiha rêzkir;

Divê malbat û wasiyê Rêbertî bi awayekî sîstementîk hevdîtinê bi rêberê me re bikin.

Divê Rêbertiya me bi rengekî periyodîk parêzerên xwe bibîne.

Divê Rêbertiya me bikaribe bi telefonê biaxive, bikaribe name, faksê û hwd. bişîne.

Divê mafê radyo û tv’yê ya Rêbertiya me bi mîsogerî neyê astengkirin û hemû rojname, kovar, pirtûk û hwd jê re bên şandin.

Divê Rêbertiya me bi perîyodîk bikaribe hevalên xwe bibîne û ev mafê yasayî neyê astengkirin.

Her wiha divê ji bo şertên jiyana bi tendiristî ya Rêbertiyame were çêkirin şandeyên serbixwe serdana rêbertî bike.

Ji bo ku dosa kurdî û aloziyên li Rojhilata Navîn bi awayekî azad û demokratîk were çareserkirin divê şertên jiyana azad werin pêkanîn.

TEMEL; QÊRÎNA NEWROZÊ GIHIŞT HER DERÊ

Her wiha Parlamenterê HDP’ê û çalakgerê greva birçîbûnê Tayip Temel jî bal kişand ser rihê di Newroza doh de derketî û wiha got;

Newroz, qêrîna Leyla Guven, hezaran girtiyên li zindanan bedena xwe dane ber birçîbûnê û qerîna Zulkuf Gezen bû.

Ev qerîn û dengê wan gihişt her derê.

Leave a Reply

Back to top button