BERXWEDANA YAGIZ DI ROJA 122’AN DE YE

Belê heman çalakî li başûrê Kurdistanê jî didomin.
Çalakiya Nasir Yagiz di roja 122 û ya Fedîle Tok jî di roja 62’yan de ye.
Hevserokê Nûnertiya HDP’ê yê li Hewlêrê Abid İke got:
Newroza 2019’an li Bakur, Başûr, û tevayê Kurdistanê Newroza berxwedanê bû.
Pêwiste Erdogan baş bizane ku divê daxwazên çalakvanên di greva birçîbûnê de bicih bîne.

Li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê di roja 122’an de ji aliyê koma 61’emîn ve hate dewir girtin.

Nasir Yagiz tevî ku rewşa tenduristiya wî xerabe jî bi biryardariyek xurt çalakiya xwe ya bêdem û bêdorveger di roja 122’an de dewam dike.

Yagiz her ku diçe pirsgirêkên tenduristiyê pêre giran dibe.

Bi taybet pirsgirêka bêxewiyê pir lê zêde bûye û nikare raze.

Di dema dewir girtinê Hevserokê Nûnertiya HDP’ê yê li Hewlêrê Abid İke axivî û got:

Newroza 2019’an li Bakur, Başûr, û tevayê Kurdistanê Newroza berxwedanê bû.

Kurdan îsal bi coş Newrozê pîroz kirin, bi taybet serkeftina şervanên QSD’ê ya di roja Newrozê de ji bo hemû Kurdan û mirovahiyê cihê kêfxweşiyê bû.

Pêwiste Erdogan baş bizane ku divê daxwazên çalakvanên di greva birçîbûnê de bicih bîne.

Her wiha Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 62’an de didome.

Greva birçîbûnê ya li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 97’an de ji aliyê koma 33’yemîn ve hate dewir girtin.

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê jî di roja 99’an de ye.

Li aliyekî din li Germiyanê Herêm Mehmûd 27

Şeyma Ednan 20,

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Ronak Mecîd 9

Endama Meclîsa Tevgera Azadî ya Germiyan Gulebax Celal 5 û Taha Caf 7 rojin di çalakiyê de ne.

Leave a Reply

Back to top button