ÇALAKIYÊN LI STRASBOURG Û GELLARÊ DI ROJA 96’AN DE DEWAM DIKIN

Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê jî bi heman armancê 14 çalakger 96 roj in di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne.
Bijîşkên Feransî serdana çalakgeran kirin û diyar kirin ku ew ji ber rewşa çalakgeran bi fikar in, çalkgeran jî tedawiyê red dikin.
Ciwanekî li Îtalyayê jî dest bi greva birçîbûnê kir.
Li aliyekî din piştgiriya bi çalageran re jî zêde dibe, vê carê Pakistanê piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya Strasboûrgê.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 14 çalakger 96 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Saziya tendirustiyê ya Firansayê serdana çalakgeran kir.

Du bijîşkên pispor yên firansî nêzî 2 saetan xwest çalakgeran mûayene bike.

Bijîşkan diyar kir ku çalakger 96 roj in di çalakiyê de ne û ji ber vê jî bedena wan heliyaye û ew ji ber tendirustiya çalakgeran bi fikar in.

Çalakgera jî tedawiyê red dikin.

Îmam Şîş jî li bajarê Gallerê 95′ rojin di grevê de ye.

Îmam Şîş ji bo newrozê peyama da û got: ‘Em qet teslîm nabin’ .

Bi berxwedanê em ê jiyan hevpar, wekehev, azad û edalet li ser pradîgmaya Rêber Apo ji nû ve ava bikin.”

Yûsûf Îba yê li bajarê Toronto yê Kanadayê bi heman armancê peyamek da û got:

Bi hilgirtina meşaleya azadiyê ya ji Ronahiyan, Bêrîvanan, Semayan heta hevrê Leylayan ku ji bo Rêber Apo hatî pêxistin serbilind im.

Em Newrozê bi navê Zulkuf Gezen pîroz dikin

Berxwedêrên li Viyanayê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ku li dijî tecrîdkirina Ocalan 50 roj in di greva birçîbûnê de ne gotin:

Heta ku encamê jê werbigirin em ê çalakiya xwe bidomînin.

EROL AYDEMÎR Ê LI ÎTALYAYÊ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR

Erol Aydemîr ê li bajarê Caglîarî yê Îtalyayê dest bi greva birçîbûnê kir.

PAKISTANÊ PIŞTGIRÎ DA GREVA STRASBOURGÊ

Parêzvanê mafê karkerên Pakistanê û Partiya Barabrî peyameke ya piştevaniyê ji bo berxwedêrên li Strasobûrê da.

Siyasetmedarê Pakistanî got em destekê didin daxwazên çalakvanan.

Leave a Reply

Back to top button