ŞAKAR Ê KU LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE ŞEWITANDIBÛ, ŞEHÎD BÛ

Ûgûr Şakar ê ku 20’ê Sibata 2019’an li bajarê Krefeld ê Almanyê di çarçoveya pêngava ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ agir berdabû bedena xwe şehîd bû.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê bi berxwedanê bersivê bidin mîrateya şehîdên xwe.

Ugur Şakar 20’ê Sibatê li ber dadgeha Krefeldê bedena xwe dabû ber agir.

Şakar ku bi rêjeya ji 100’î 64 laşê wî şewitî, li Duîsbûrgê li nexweşaneyê dihat dermankirin.

Tevî hemû hewildanan Şakar îro şehîd bû.

Ugur Şakar beriya çalakiyê bi nameyekê bal kişandibû ser tecrîda li ser rêber Ocalan, grevên birçîbûnê û zextên dewleta Alman.

Şakar ê ku di nameyê de çalakiyên grevên birçîbûnê slav kirî, gotibû, ”Tevgera PKK’ê felsefeya ”berxwedan jiyan e” hînî me kir.

Em li kûderê jî bin, berxwedana li dijî bêdadmeniyê deynê ser stûyê me ye.”

Ûgûr Şakar her wiha gotibû:

”Ez tundiya polîsên dewleta Elman û zextên siyasî yên li ser Kurdan şermezar dikim.

Li şûna ku bi koletî bijîn, ez bang li her Kurdî dikim ku ji bo jiyaneke bi azadî li ber xwe bidin.”

KCDK-E: EM BI BERXWEDANÊ BERSIVÊ BIDIN MÎRATEYA ŞEHÎDÊN XWE

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji bo şehadeta Ûgûr Şakar daxuyaniyek nivîskî weşand.

Kongreyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Piştî şehadeta Zulkuf Gezer, hevrêyê me Ûgûr Şakar jî şehîd bûye.

Van şehadetan nîşan daye ku êdî pêngav wê bi ser bikeve. Ji bilî serketinê rêyeke din nîne.

Li pêşberî hevrêyên me yên şehîd bûne yekane tişta em bikin ew e ku bi xurtî xwedî li wan derkevin û bi berxwedanê bersivê bidin mîrateya wan.”

TJK-E: DIVÊ EM XWEDÎ LI ŞAKAR DERKEVIN

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê TJK-E jî bi daxuyaniyek nivîskî ev bang kir:

“Em bang li jinan û hemû gelê xwe dikin ku li dora berxwedana heval Ûgûr Şakar bibin xelek, xwedîlêderbikevin û têkoşînê geştir bikin.”

Leave a Reply

Back to top button