Şehîd Ûgûr Şakar 20’ê Sibatê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û polîtîkayên qedexekirina saziyên Kurdan, ji aliyê dewleta Alman ve bedena xwe dabû ber agir û şehîd bû.
Cenazeyê şehîd Ûgûr Şakar wê 26’ê Adarê li نويس Neûsssê bê veşartin.
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê Ûgûr Şakar bi peyamekê bi bîranî û got:
Divê gelê me xwedî li bîranîna Ûgûr Şakar derkeve û têkoşînê geştir bike.
Piştî agahiya şehîdbûna Şakar hate bihîstin Kurdistanî û saziyên Kurdî berê xwe dan pêşiya nexweşxaneya Şakar a ku lê dihate dermankirin.
Endamên Meclîsa Gel ragihandin ku Newroza li bajarê Frankfûrt a Almanyayê bê lidarxistin wê diyarî Ûgûr Şakar bikin.
Endamên Meclîsa Gel diyar kirin ku cenazeyê Ûgûr Şakar wê 26’ê Adarê saet 13:00’an li نويس Neûssê bê veşartin
Û bang kirin ku bi girseyî tevlî merasîma oxirkirina şehîd Şakar bibin.
Ji destpêkirina grevên birçîbûnê ve 2 girtî bi giştî 3 çalakvan şehîd bûne.
17’ê Adarê girtiyê ji doza PKK’ê Zulkuf Gezen; 20’ê Sibatê Ûgûr Şakar çalakiyek pêk anîbû û bedena xwe dabû ber agir.
Şakar 22’yê Adarê şehîd bibû.
KCK: EM BANGA XWEDÎDERKETINA BÎRANÎNÊN ÛGÛR ŞAKAR DIKIN
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê Ûgûr Şakar bi peyamekê bi bîr anî.
KCK’ê di peyama xwe de wiha got:
Di salvegera 21’emîn a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de welatparêzê hêja yê bi navê Ûgûr Şakar xwe şewitand û di roja Newrozê de şehîd bû.
Wateya xweşewitandina welatparêzê hêja Ûgûr Şakar mezin e.
Li Almanyayê Ronahî û Bêrîvan jî li hemberî Almanya û welatên ku piştgiriyê didin Tirkiyeyê, bi çalakiya xwe peyameke xurt dan.
Ji ber ku em dizanin bi alîkariya Almanyayê tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li ser pêyan dimîne.
Gelê me xwedî li bîranîna ewladê xwe Zulkuf Gezen û Ûgûr Şakar derketin û Newroza 2019’an bi awayekî topyekûn kirine Newroza berxwedanê.