ÇALAKIYA LEYLA GUVEN DI ROJA 136’AN DE YE

Berxwdana Leyla Guven di roja 136’an de bi îrade û îsrarek mezin didome.
Her wiha çalakiyên din jî yên li girtîgehên dewleta tirk a faşîst û derveyî wê jî bi heman biryardariya Guven li dar e.
Malbatên girtiyan jî bang li her kesî kir ku bê deng nemînin

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 136’an de ye.

Çalakiya koma destpêkê a girtiyên li girtîgehê ku 16’ê Kanûna 2018’an de dest pê kir 98 roj in didome.

Sedat Akin jî li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 76’emîn û Gurbet Ektîren di roja 68’emîn de didome.

MALBATÊN ÇALAGERÊN DI GREVÊ DE DIBÊJIN ÇIMA HÛN BÊ DENG IN

Malbatên girtiyan jî her roj agahiyên nû ji zarekên xwe digirin.

Dayika Ayde Baran ku bi kurê xwe Çetîn Baran re axivî.

Baran ev 51 roj in di Girtîgeha Tîpa F’yê ya Tekîrdagê di greva birçîbûnê de ye.

Dayika Ayde Baran li ser çalakiya kurê xwe wiha got:

moralê kurê min baş bûye lê ji ber sedema ku di raya giştî de baş nebûye rojev bi gazin in û diyar kir, divê êdî gavên kêrhatî werin avêtin.

Divê her kes bi rengê xwe mohra xwe li çalakiyan bixe.

AKTAŞ: HETA DAWIYÊ EM Ê DESTEKÊ BIDIN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Serokê TUAD-DER’ê Ebedîn Aktaş li ser rewşa çalageran got:

Bi destpêkirina çalakiyan re, bi Platforma Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê me rewşa çalageran şopand.

Me ev platform ji o ku em grevên birçîbûnê li ser meydyaya civakî bişopînin û em di navbera girtîgehan de pirekê ava bikin, me çêkir.

Ji bo ku ev grevên birçîbûnê bê zirar bi ser bikevin divê daxwazên mafdar ên girtiyan werin bicihanîn.

Serokê TUAD-DER’ê Ebedîn Aktaş diyar kir ku li girtîgehan gelek binpêkirin tên kirin.

Leave a Reply

Back to top button