ÇAPEMENIYA CÎHANÎ TÊKÇÛNA DAIŞ’Ê XIST MANŞÊTA XWE YA SEREKE

Çapemeniya cîhanî serkeftina QSD’ê li dijî DAIŞ’ê kirine manşêta xwe ya sereke..

Dawîanîna çekdarî ya DAIŞ’ê bû manşêtên sereke yên çapemeniya cîhanî..

REUTERS: DAIŞ TÊK ÇÛ, LÊ HÎNA XETERIYA XWE HEYE

Ajansa Reuters’ê bi serenava “Hêzên Sûriya Demokratîk têkçûna DAIŞ’ê ragihandin” nûçeyek belav kir..

Di nûçeyê de ev tişt tê gotin:

Tevî ku têkçûna DAIŞ li Baxozê dawî- li serweriya wê li ser xaka ku ji 2014’an de bi dest xistibû tîne , lê hîna jî xeteriya xwe didome.

BBC: QSD’Ê ALA XWE LI BAXOZÊ BILIND KIR

Malpera BBC jî ragihand ku piştî 5 sal ji temenê rêxistina çete ya bi navê DAIŞ’ê, bi rizgarkirina Baxozê re ew dewlet hilweşiya.

BBC li ser malpera xwe wiha nivîsand:

“Şervanên QSD îro li Baxozê ala xwe bilind kir.”

BBC diyar kir ku revî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê, metirsiya wê dimîne.

Malpera BBC dibêje ku çeteyên DAIŞ’ê li welatên mîna Naycîrya, Yemen, Afganistan û Filipînê bi cih bûye.

BBC got, Hêzên Sûriya Demokratîk ku Kurd serkêşiya wê dike, despêka Adarê dest bi pêngava rizgarkirina Bagozê kir.

Ji ber hebûna hejmareke mezin ji jin û zarokan, QSD neçar ma pêngavê hinekî lawaz bike da ku sivîlan rizgar bike.

THE INDEPENDENT: QSD’Ê BI TEMAMÎ DAIŞ TÊK BIR

Rojnameya The Independent bi manşêta “Bi têkçûna bêrîka dawî, dewleta Îslmaî hilweşî.” dest pê kir:

Rojnameya The Independent got ku DAIŞ’a ku bi hezaran kîlometre û bi milyonan sivîl dagir kiribûn, îroj têk çû.

Rojnameya The Independent ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD rizgarkirina qaşo dewleta ku DAIŞ’ê ragihandibû, bi temamî ragihand.

EL-EREB: XAKÊN DI BIN SERWERIYA DAIŞ’Ê BI TEMAMÎ HATIN RIZGARKIRIN

Rojnameya El-Ereb nûçeya ragihandina dawîanîna çekdarî ya DAIŞ’ê, kir manşêta sereke û wiha tê gotin:

Bi vî awayî xakên Sûrî û Iraqê yên di bin serweriya DAIŞ’ê de tên rizgarkirin…

Lê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hîna jî xeteriyê çêdikin.

ŞERQ EL-EWSET: QSD’Ê SERKEFTINA DAWIYÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê RADIGIHÎNE

Rojnameya Şerq El-Ewset jî bi serenava QSD’ê serkeftina dawiyê li dijî DAIŞ’ê radigihîne, nûçeya têkçûna DAIŞ’ê li ser destê QSD’ê girt dest.

Leave a Reply

Back to top button