MXDŞ: SERKEFTINA BAXOZÊ TOLHILDANA 3’Ê TEBAXA 2014’AN E

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî serkeftina QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyî dan.
Di diaxuyaniyan de wiha hat gotin:
Em û tevahî saziyên xwe yên li Şengalê serkeftina QSD’ê wekî serkeftina xwe dibînin.
Ev Serkeftina QSD’ê li Baxozê tolhildana 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê ye.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) derbarê serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê ku bi rizgarkirina bajaroka Baxozê re hat îlankirin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de li ber çavê her kesî û dinyayê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gelê me kirin û bi hezaran kes bûn qurbanî û dîl ketin destê çeteyan.

Em wek Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê serkeftina Baxozê wekî serkeftina xwe di bînin, çawa ku me hêvî dikir DAIŞ têk biçe, wisa çêbû.

QSD’ê di vê pêngava xwe ya dawî ku bi navê tolhildana Şengalê destpê kiribû, ji bo rizgarkirina jinên Êzidî roleke pir giring lîst.

Em serkeftina QSD’ê li hemû kesî û bi tayebetî li gelê Êzidî pîrozî dikin, tevahiya şehîdên pêngavê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.”

Her wiha Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî weşand.

TAJÊ: SERKEFTINA QSD’Ê SERKEFTINA SEDSALÊ YE

TAJÊ di daxuyaniya xwe de wiha got;

Em serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê li tevahiya gelê Êzîdî û bi taybetî li şervanên jin pîroz dikin.

Bi hezaran jin bûn qurabaniyên çeteyên tundrew ku li ser navê Îslamê tevdigerin.

Yên ku herî zêde para xwe ji vê êşê girt, jinên Êzidî bûn.

Bi hezaran jinên Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê.

Ew jina ku bi çeka xwe axa xwe parast, serî ji dişmin re netewand, îro bûne stûna avakirina jiyanê.

Serkeftina ku jinê di vê sedsalê de pêk aniye serkeftinek bi wate û zêrîne.”

Leave a Reply

Back to top button