GIRTIYA JI DOZA PKK’Ê AYTEN BEÇET ÇALAKIYEKE CANBEXŞANE PÊK ANÎ

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakger bi biryardarî çalakiyên xwe didomînin.
Girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Gezbeyê, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyeke canbexşane pêk anî.
Ji bo piştgiriya bi malbata Ayten û şermezarkirina bêdengiya hikumetê gelê ku dakete qadan ji aliyê polîsên faşîst ve hatin astengkirin.

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakî derbasî qonaxeke nû dibe.

Çalakgerên di çalakiya greva birçîbûnê de ne bi biryarin ku tecrîdê bişkînin û Rêber Ocalan azad bikin.

Herî dawî girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Jinan a Gez beyê tê girtin çalakiyeke canbexşane pêk anî.

Bi bihîstina agahiyê re parêzer çûn ber deriyê girtîgehê.

Rêveberên girtîgehê ji bo parêzeran aniye ziman ku Beçet xwe bi darve kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

POLÎSÊN TIRK ÊRÎŞÎ GERSEYA GEL LI BER SAZIYA TIPA EDLÎ KIR

Carek din polîsên dewleta tirk a faşîst êrîşî greseya gel yên ku li ber Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosna kom bûn kir.
Du kes binçavkirin û girse ji qadê dûr kirin.

KCD, TJA, ÎHD Û HDP: BERPIRSIYARÊ MIRINAN ÎKTÎDAR E

Li aliyekî din Kongra civaka Demokratîk KCD, Tevgera Jinên Azad TJA, Komeleya Mafê Mirovan ÎHD û rêxistinên HDP’ê yên Stenbol û Koca-elî têkildarî çalakiya Ayten Beçet û grevên birçîbûnê daxuyaniyên cuda dan.

Di daxuyaniyan de wiha hat gotin:

Em bang li hikumeta AKP’ê dikin ku bi lez berpirsiyariya xwe pêk bîne û tecrîdê rake.

Rêxistinan diyar kirin ku berpirsiyarê şehdetê îktidar e.

Dîsa saziyan bêdengiya civakê jî rexne kirin û diyar kirin ku bêdengî dukuje û xwestin li hemberî van çalakiyan bêdeng nemînin.

Leave a Reply

Back to top button