ROBAK: XEBATÊN ME JI BO TUNEKIRINA DAIŞ’Ê DIDOMIN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Nûner û Senatorên Amerîkî bi peyaman serkeftina QSD’ê ya têkbirina çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir.
Di peyaman de hate gotin, wê şervanên giyanê xwe feda kirine ti carî neyên jibîrkirin.

Serkeftina şervanên QSD’ê ya têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê welatên cihanê ve jî hat pîrozkirin.

Nûnerê DYA’yê yê li dijî DAIŞ`ê William Robak têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir û îşaret bi rola şervanên QSD’ê kir.

William Robak got:

Ger ne ji hevalbenên me li Sûriyê bûya û berdelên ku gelê Sûriyê dan, me nikaribû DAIŞ têk biriba.

Robak diyar kir ku DAIŞ têk çû, lê xebatên wan ji bo tunekirina wan bi temamî didomin.

Em ê destekê bidin xebatên koalîsyonê ji bo tunekirina DAIŞ`ê.

Robak diyar kir ku serokê Emerîka Trump gotiye, ji bo Sûrî ewê tiştên pêwist bikin.

Nûnerê DYA’yê yê li dijî DAIŞ`ê William Robak dawiyê dest nîşan kir ku ew destekê didin biryara 2254’an da ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê çêbe.

Leave a Reply

Back to top button