BERXWEDANA YAGIZ DI ROJA 123’AN DE YE

Belê heman çalakî li başûrê Kurdistanê jî didomin.
Çalakiya Nasir Yagiz di roja 123 û ya Fedîle Tok jî di roja 63’yan de ye.

Li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê greva birçîbûnê ya endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz di roja 123’ê an de ye.

Rewşa Yagiz her ku diçe nebaş dibe…

Yagiz rojane êdî nikare razê û laşê wê bê hêz bûye.

Di heman çarçoveyê de çalakiya dorveger a li Hewlerê jî bi koma 61’an didome.

ÇALAKIYA FEDÎLA TOK DI ROJA 63’AN DE YE

Çalakiya li wargeha Mexmûrê jî berdewam dike.

Her wiha berxwedana Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 63’an de didome.

Çalekgeran îro Ûgûr Şakar û Zulkûf Gezen yên li djiî tecrîdê canê xwe fedakirin bi daxuyaniyeke bibîr anîn.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û wiha hate gotin:

“Ûgûr Şakar û Zulkuf Gezen bi çalekiyên xwe yên fedayane ev berxwendan gihand lûtkeya herî jor”.

Leave a Reply

Back to top button