ÎLHAM EHMED: PÊVAJOYA BÊ GIRANTIR E

Di merasîmên ragihandina serkeftina li dijî DAIŞ’ê gelek peyam hatin dayîn.

Seroka desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed peyama MSD’ê da..

Îlham Ehmed ev serkeftina dîrokî li tevahiya gelê Sûriyê û mirovahiyê, tevahî hêzên leşkerî yên bi hezaran şehîd di orxira tinekirina teror û aştiyê de dan û bi taybet li Yekîneyên Parastinê yên Jinê pîroz kir.

Îlham wiha got:

Raste pêvajoya rizgarkirina cografyayê temam bû, lê hîna xeteriya şaneyên razayî heye.

Îlham Ehmed diyar kir ku weke MSD’ê rizgarkirina Erdê têr nabînin û ev tişt anî ziman;

Xeterî heye ku bi rêya hinek hêzên herêmî an jî bi rawestandina pêngava li dijî şaneyên razayî, DAIŞ xwe ji nû ve ava bike.

Divê pêvajoya sêyem jî li dijî çanda DAIŞ’ê bê kirin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê îşaret bi DAIŞ’yên girtî yên li gel QSD’ê jî kir.

5 hezar çete û zêdetirî 80 hezar malbatên DAIŞ’ê girtîne.

Ji bo çaresriya vê yekê û darizandina wan bi rêya dadgehên navdewletî, divê civaka navdewletî bi berpirsyartiyên xwe rabe.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed dawiyê banga çareseriya siyasî û tevlîkirina nûnerên rêveberiya xweser di danûstandinên çareseriyê de kir.

Leave a Reply

Back to top button