KJK: DAIŞ BI ÎDYOLOJIYA RÊBER APO TÊK ÇÛ

Koordînasyona Komela Jinên Kurdistanê KJK’ê serketina li dijî DAÎŞ’ê pîroz kir û diyar kir, “Îdeolojî û şerê azadiyê yê Rêber Apo kir ku DAÎŞ têk biçe. Li Kurdistanê pêşî li felaketên mezin girt.”
KJK’ê destnîşan kir ku êdî rojeva wan ya serek rizgariya Efrînê ye.

Koordînasyona Komela Jinên Kurdistanê KJK’ê li ser serketina QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê hêzên QSD, YPG û YPJ’ê yên ku serketina mezin diyarî mirovahiyê, jinan û gelan kirin, pîroz kirin.

Di daxuyaniya KJK’ê de weha hat gotin:

Berxwedana yekbûyî ya gelên herêmê, îdeolojî û şerê azadiyê yê Rêber APO kir ku DAÎŞ têk biçe.

Bi vê serkeftinê ne tenê DAIŞ têk çû, lê hevalbendê herî mezin ê DAIŞ’ê AKP’ê jî têk çû.

Tifaqa AKP-DAÎŞ’ê dixwest li Rojhilata Navîn faşîzma tarî ferz bike, gelên herêmê, çand û jinan qir bike û hegemonya xwe biafirîne.

KJK: SEKNA YPJ’Ê BÛ SERDEMEKE GIRÎNG Û NÛ

KJK’ê serketina QSD’ê di serî de li jinên Êzîdî weke hiltîna tola gel û baweriyên ku li ber tinebûnê bûn bi nav kir.

KJK’ê îşaret bi rola Şervanên YPJ’ê jî kir û ev tişt anî ziman:

Sekna azadiyê ya YPJ’ê di dîroka têkoşîna azadiyê ya jinan hemûyan de, bû serdemeke girîng û weke destpêkeke nû hate dîtin.

Di şexsê YPJ’ê de eşkere bû ku jinên Kurd li ser bingeha felsefeya azadiyê ya Rêber Ocalan çawa bi pêş ketine, çawa kesayetên azad dikarin bên afirandin.

KJK: ÊDÎ WÊ RIZGARKIRINA EFRÎNÊ BIKEVE ROJEVÊ

KJK’ê jî bi bîr xist ku ketina keleha dawî ya DAÎŞ’ê li Dêra Zorê nayê wê wateyê ku DAÎŞ bi temamî ji holê rabûye.

Desthilatdariya Erdogan a faşîst niha li herêmên ku dagirkiriye bi DAÎŞ’ê re dixebite û planên herî qirêj ji bo têkbirina Şoreşa Rojava amade dike.

Ji ber vê yekê heta ku Efrîn neyê rizgarkirin, heta ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi dawî nebe wê gelên herêmê û Rojhilata Navîn bi rengekî rasteqîn azad nebin.

Lewma bi hêza serketinê ya ku li Dêra Zorê hate ragihandin wê êdî rizgariya Efrînê bikeve rojevê.”

Leave a Reply

Back to top button