DEWLETA TIRK A DAGIRKER HEWL DIDE BI RIYA ÇETEYÊN XWE DÎROKA EFRÎNÊ TUNE BIKE

Bi armanca tunekirina dîroka herêmê û lêgerîna berhemên dîrokî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê girên dîrokî li Efrînê hildiweşînin.

Ev çend roj in çeteyên bi navê “Feyleq El-Mijd” li navçeya Reco devera dîrokî ya “Xirabê Elo” li gundê Çobana dest bi kolanê kirine.

Ji bo pêkanîna van binpêkirinan, dewleta Tirk hemû alavên pêwîst ên pêşketî xistiye destê çeteyên xwe.

Beriya niha jî, deverên dîrokî yên mîna Kela Nebî Horî, Girê Cindirêsê, Girê Ziravkê, Berad, Girê Gemrûkê û Girê gundê Tilifê ji aliyê artêşa tirk û çeteyên wêve hatin xerakirin.

Leave a Reply

Back to top button