JAMES JEFFREY: QSD’Ê HEVKARÊ ME YE Û EM KIRYARÊN XIRAB LI DIJÎ KURDAN QEBÛL NAKIN

Li ser daxwaza Rêveberiya Xweser û fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Dewletên Yekbûyî yên Emerîka teqez kir ku ew kiryarên xirab li dijî QSD û Kurdan qebûl nakin.
Nûnerê taybetê yê DYE li Sûriyê James Jeffrey diyar kir ku mijara ewlehiya sînor li Sûriyê di rojeva wan de ye.

Jeffrey wiha got:

“Ji bo ewlehiya sînor û parastina Kurdan, em bi Tirkiyê re di nava hewldanan de ne.”

Bê guman ev jî piştî banga Rêveberiya Xweser û fermandariya QSD’ê ya der barê bicihkirina hêzên navnetewî navbera QSD û dewleta Tirk de derket holê.

Ji xwe beriya niha û bi mebesta rawestandina gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê, Rêveberiya Xweser û QSD xwestin ku hêzeke navnetewî li ser sînora bi Tirkiyê re were bicihkirin.

Jeffrey diyar kir ku ew qebûl nakin ku êrîşek li dijî QSD û Kurdan bê kirin.

Leave a Reply

Back to top button