LI ÎRANÊ – JI BER LEHIYÊ HERÎ KÊM 19 KES MIRIN

Li Îranê li bajar û navçeyên 25 eyaletan lehî rabû.
Di encamê de herî kêm 19 kes jiyana xwe ji dest dan û 119 jî birîndar bûn.

Ji ber barana zêde li eyaletên Gulistan, Xorasan, Mazenderan, Xûzistan, Gilan, Şîraz û Loristanê lehî rabû.

Ji nav 31 eyaletên Îranê, lehî li 25 eyaletan rabû.

Di encamê de tenê li eyaleta Şîrazê herî kêm 19 kes mirine û 119 jî birîndar bûn.

Her wiha li Şîrazê 400 wesayît ber bi avê ketin û li wê herêmê gelek mal di bin avê de man.

Serokê Dadgeha Şîraza ya Komara Îslamî ya Îranê Alî Salihî diyar kir ku di girtina tedbîran de şaredariya Şîrazê bi erkê xwe ranebûye.

Her wiha wezîrê Tendirustiyê yê Îranê da zanîn ku ji ber karesata lehiyê xisareke mezin çêbûye.

Wezîrê tendirustiyê got,

Li bendavên Sadabad, Derbend û Derkayê tedbîr hatine stendin.

Lê eger ava van bendavan zêde bibe wê li Tehranê karesatek pêk were.

Li eyaletên Loristan, Xûzistan, Kohkîloye û Boyerahmedê rewşa awarte hate îlankirin.”

Leave a Reply

Back to top button