DIVÊ SÎSTEMA SIYASÎ YA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PARLAMENÎ BE

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê îro derbarê sererastkirina yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê û sîstema siyasî ya li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe de got:

Divê sîstema siyasî ya Herêma başûrê Kurdistanê parlamenî be.

Weke berê nabe Serokê Herêmê xwedî hemû desthilatan be her wiha divê yek carî ; mafê wî yê xwe hilbijartinê hebe.

Tevgera Azadî diyar kir ku sereraskirina yasaya serokatiya Herêma başûrê Kurdistanê bi hişmendiyek demokratîk heye.

Tevgera Azadî eşkere kir ku saziya serokatiya Herêma başûrê Kurdistanê bûye saziyek hizbî.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê wiha jî da zanîn:

Li gorî me divê serokê Herêma Kurdistanê li parlamentoyê were hilbijartin, ji ber ku parlamento îradeya gel e û divê biryar ji bo gel vegere.

Her wiha divê saziya serokatiya Herêma başûrê Kurdistanê ji bîr û baweriya teng a hizbî dûr be.

Leave a Reply

Back to top button