DIVÊ PKK Û TIRKIYE PIRSGIRÊKA KURD BI RÊBZÊN SIYASÎ ÇARESER BIKIN

Wezîra Karê Derve yê Nerwêcê Ine Erîksel Søreide anî ziman ku divê dewleta Tirk li Îmraliyê li gorî peymanên navneteweyî tev bigere û got;
“Divê PKK û Tirkiye pirsgirêka Kurd bi rêya muzakereyên siyasî çareser bikin.”

Serokê Partiya Sor a Norweç û parlementer Bjørnar Moxnes 15’ê Adara 2019’an ji bo Wezareta Karê Derve ya Norweçê pêşnûme pirsyarek li ser tecrîda Îmraliyê pirskiribû, anî bû ziman ku divê zextê li Tirkiyê bikin.

Wezîra karên Derve ya Nerwêc Ine Erîksel Søreide  ev bersiv da:

“Li Tirkiyê bûyerên têkildarî mafên mirovan û hiqûqê rû didin bi fikar û metirsîdar in.

Ev bi dehan car ji aliyê hikûmeta me ve hatiye ziman divê Tirkiye di serî de li gorî peymanên navneteweyî tevger bike.

Di her hevdîtinê de her demê pêşniyara ku şer bi rêyên aştiyan e û demokratîk bên çareserkirin, dikin.

Ev ji bo her du aliyan jî derbasdar e.

Divê hem PKK û hem jî Tirkiye di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de serî li rêyên çareseriya danustaninên siyasî bide.

Hikûmeta me xebatên mafê mirovan a Konseya Ewropa, demokrasî û hiqûqa li Tirkiyeyê destek dike.

Konseya Ewropa bûyerên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, pêvajoyê ji gelek aliyan ve digirin dest.

Wezîra karên Derve ya Nerwêc Ine Erîksel Søreide  di dawiya bersiva xwe de wiha got.

Hikûmeta me desteka ji bo xebatên CPT û Konseya Ewropa ji bo başkirina mercên Ocalan û Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevger bike, amûra herî girîng ku temsîl dike pêk tîne ye.”

Leave a Reply

Back to top button