RÛNIŞTINA XWE YA 6. LI NAVÇEYA AMÛDÊ LI DAR XIST

Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê rûniştina xwe ya 6’emîn li li navçeya Amdûdê ya kantona Qamişlo pêk anî.
Di rûniştinê de hevserokê Herêma Cizîrê Şêx Himêdî Deham serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kir û işraret pê kir ku divê rejîma Sûriyê destkeftiyên ku herêmê bi dest xistine bibîne.

Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê rûniştina xwe ya 6’emîn di 2019’an li dar xist.

Rûniştin li li navçeya Amdûdê ya kantona Qamişlo pêk hat.

Di civînê de nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokê Herêma Cizîrê Şêx Himêdî Deham, hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xilo, endamên Dîwana Meclîsê û endamên Meclîsa Zagonsaz a Herêma Cizîrê amade bûn.

Piştî naveroka rûniştinê ya 5’emîn hate xwendin û li ser hate nîqaşkirin, hevserokê Herêma Cizîrê Şêx Himêdî Deham axivî.

Deham serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kir û işraret pê kir ku divê rejîma Sûriyê destkeftiyên ku herêmê bi dest xistine bibîne.

Piştî hevserokê Cizîrê Dehma axaftin bi dawî kir, rûniştina 6’emîn a Meclîsa Zagonsaz bi xwendina destûra hejmar /1/ a sala 2019’an destpê kir.

Destûra hejmara /1/ wiha ye,

erkdarkirina birêz Nezîra Gewriyê û birêz Telet Mehmûd Yûnis hevserokên Meclîsa Rêveber,

birêz Elî Îbrahî Keûd cîgirê hevsrokatiya Meclîsa Rêveber .

Birêzên dîtir jî weke hevserokên Desteyên Meclîsa Rêveber ji Meclîsa Zagonsaz re hat pêşkêkirin û di dawiyê de sond li pêş hevserokê Herêma Cizîrê xwarin.

Leave a Reply

Back to top button