MÎHRÎCANA 4. A ŞANOYÊ YA YEKTA HEREKOL ROJA YEKEMÎN YA MÎHRÎCANÊ LI QAMIŞLO DEST PÊ KIR

Roja yekemîn a Mîhrîcana 4’mîn a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol li Qamişloyê destpê kir.

Ji bo bibîranîna şehîd Yekta Herekol Desteya Çand û Huner ya herêma Cizîrê, Komîna Şanoyê Mîhrîcana 4’mîn a Şanoyê ya Şehîd Yekta di bin dirûşmeya ‘Şano Jiyane’ lidar xistin.

Mîhrîcan li bajarê Qamişlo Navenda Çand û Hûner a Mihemed Şêxo destpê kir.

Di mîhrîcanê de pêkhateyên Ereb, Suryan, Ermen, Kurd cîh girtin.

Wê mîhrîcan 9 rojan bidome.

Şanogerê Kurd Erdogan Kahraman (Yekta Herekol) 27’ê Adara 2004’an, di roja şanogeriyê ya cîhanî de, ji bo şermezarkirina siyasetên rejîma Sûriyê li dijî çanda Kurdî û şemezarkirina komploya navnetewî ya li ser Rêber Ocalan li Helebê çalakiyek fedayî pêk anî.

Yekta Herekol piştî ku li ser dikê şanoyek pêşkêş kir, agir berda bedena xwe.

Leave a Reply

Back to top button