Home Archive by category CIVAK Û JIYAN
Malbatên şehîdan bi hevakriya Meclisa Sivîl a Reqayê navenda Meclisa Malbatên Şehîdan bi merasîmekê vekir. Merasîma li geraca otubîsan hate lidarxistin. Bi dehan malbatên şehîdên Reqa û gundewarên wê beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan, QSD`ê, Rêveberiya Meclisa Jinên Sûriyê ya Reqayê û Meclisa Malbatên Şehîdan […]
Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarokê Mensûra yê başûrê rojhilatê Tebqayê, civîneke lihevanînê di navbera eşîrên Bocabir û Icêl de li dar xist. Berpirsyarekî Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD’ê Zinar Kobanî di civînê de axivî û got: Divê em bi hev re jiyana hevbeş li herêmên xwe ava bikin. Nakokiya di navbera […]
Bi hatina zivistanê re meclisên 4 kampên Şehbayê ku şêniyên Efrînê lê bi cih bûne, 2 hezar sobe li wan belav kirin. Bi sed hezaran şêniyên Efrînê ji ber dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê ji malên xwe derketin û li Şehbayê bi cih bûne. Şêniyên Efrînê niha li 4 kampên li Şehbayê […]
Komîteya Sotemeniyê bi destpêkirina demsala zivistanê re dest bi belavkirina mazotê li şêniyên Kobanê û gundewarên wê kir. Belavkirina mazotê heta niha dewam dike. Mazot bi rêya kartên ku beriya demekê dabûn malbatên Kobanê, tê belavkirin. Komîteya Sotemeniyê ji her malbatekê re 600 lître mazot amade kiribû û dabeşî du beşan kiribû. Di beşa yekê […]
Xebatkarên sererastkirina stada bajarê Hesekê hewl didin di demeke kurt de xebata xwe bi dawî bikin. Stada bajarê Hesekê ji mezintirîn stadên herêma Cizîrê ye. Cihê 20 hezar kes tê de heye. Kesên ku xebatên sererastkirinê dikin hewl didin beriya 12`ê Mijdarê xebatên xwe bi dawî bikin da ku Mîhrîcana Şehîd Hogir a Çand û […]
Komîteya Xizmetguzarî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gundewarên rojhilat û rojavayê bajêr gelek proje pêk anîn. Komîteya Xizmetguzarî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê hewl dide beriya zivistanê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk bîne. Komîteyê şebekeyên kanalîzasyonê li bajarokên Besîre û Hecînê, li gundên rojhilat û Mihêmdiyê û Sûrê sererast kirin. Her wiha şebekeya avê ku […]
Rêveberiya kampa Eyn Îsa bi hevkariya rêxistinên xwe, alîkariya madî li koçberên kampê pêşkêş kirin. Nêzî 13 hezar koçber (2 hezar û 400 malbat) di kampa Eyn Îsayê de dimînin. Alîkarî li gorî endamên malbatê tê belavkirin. Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Kampê Celal Eyaf destnîşan kir ku ji ber alîkariyên her meh […]
Şaredariya bajarokê Mebrûka ya Serêkaniyê ji ber kêm derfetan rêyên gundan bi axa spî sererast dike. Rêyên gundên Om Elcereb, Sarlî, Zinket û Til Telec yên Mebrûka gelek xirabûyî ne. Şêniyên van gundan dazwaza sererastkirina rêyan, berî zivistanê ji şaredariyê kirin. Şaredariyê ji aliyê xwe ve çêkirina rê da Desteya Şaredariyan a kantonê. Lê ji […]
Rêxistina Înma bi hevkariya Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi sererastkirina dînemo ya avdanê ya bajarokê Reqa Sumra û Himêrat li rojhilatê gundewarên Reqayê kir. Ev dînemo zêdetirî 50 hezar donim zeviyên çandiniyê av dide. Ev dînemo avê li sê depoyan belav dike. Her 3 depo bi rêya boriyan di bin erdê […]
Çalakvana Kurd a Êzdî Nadiya Mûrad, diyar kir ku civata navdewletî nikarîbû pêkhateyên herêmê ji êrîşên DAIŞ’ê biparêze. lê divê sûcdarên ku ew êrîş pêk anîne pêşkêşî dadmendiyê bên kirin. Çalakvana Kurd a Êzdî, Nadiya Mûrad beşdarî konferanseke ciwanan a li bajarê Şarîqe ya Îmara Erebî bû. Nadiya Mûrad diyar kir ku civata navdewletî ya […]