Home Archive by category CIWAN
Yekitiya Ciwanên Rojava bi daxuyaniyekê encamanmeya kongreya xwe ya duyemîn eşkere kir û da zanîn ku wan nav û ala xwe guhartine. Li bajarê Rimêlanê navbera 9-10`ê Mijdarê Yekitiya Ciwanên Rojava(YCR) kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Ji bo nîqaşkirina encamên kongreyê, meclisa ciwanan a ku di dawiya kongreyê de hate hilbijartin civîna xwe yekemîn […]
Di 2. Kongreya Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) de navê yekîtiyê hat guhertin û bû Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz ên Sûriyê. Her wiha meclisa nû ya tevgerê jî hate hilbijartin 2. Kongreya Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) bi silogana “Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin” 9’ê Mijdarê li stada bajaroka […]
Tevgera Ciwanên Ereb li Şehbayê bi daxuyaniyekê cuda êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê şermezar kirin û gotin: Em ê bi yekbûna xwe xewnên Erdogan têk bibin. Tevgera Ciwanên Ereb têkildarî êrîşên artêşa Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Daxuyanî li gundê […]
Meclisa Ciwanên Tirkmen li Girê Spî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê şermezar kirin û gotin: Meclisa Ciwanên Tirkmen a bajaroka Tirkmena a Girê Spî têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê daxuyanî dan. Ciwanan di daxuyaniyê de êrîş şermezar kirin û gotin: “Em amade ne bersiva êrîşên […]
Meclisa Ciwanên Mibicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin. Daxuyanî li stada Beledî ya li navenda bajarê Minbicê ji aliyê hevserokê Meclisa Ciwanan Selah Cuma ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Em kiryarên Tirkiyê yên li ser xaka bakurê Sûriyê pêk tînin, şermezar dikin […]
Kordînasyona Komelên Ciwanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: Em bang li ciwanên Bakur, Başûrê Kurdistanê, Rojava, Şengal, Mexmûr û Ewropayê dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê bi rihê berxwedana […]
Mamoste ne tenê di avakirina nifşan de, ne tenê di warê perwerdekirin û arastekirina civakê de, her wiha di parastina xaka welat de jî pêşeng in. 110 mamosteyên kantona Qamişlo bi şahiyekê beşdarî Hêzên Erka xweparastinê bûn. Di şahiyê de endama rêveber a Komîteya Rêveberiya Dibistanan Şehnaz Mihemed axivî û girîngiya parastina welat û tevlêbûna […]