YCR ENCAMNAMEYA KONGRA XWE EŞKERE KIR

Yekitiya Ciwanên Rojava bi daxuyaniyekê encamanmeya kongreya xwe ya duyemîn eşkere kir û da zanîn ku wan nav û ala xwe guhartine.

Li bajarê Rimêlanê navbera 9-10`ê Mijdarê Yekitiya Ciwanên Rojava(YCR) kongreya xwe ya duyemîn lidar xist.

Ji bo nîqaşkirina encamên kongreyê, meclisa ciwanan a ku di dawiya kongreyê de hate hilbijartin civîna xwe yekemîn li navenda Ciwanên Meclisa Sûriyê Demokratîk a li bajarê Hesekê lidar xist.

Piştî nîqaşan, meclisê bi daxuyaniyekê encamên kongreyê ji raya giştî re ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

Navê Yekitiya Ciwanên Rojava, bû Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û ala wê jî hate guhartin.

Her wiha di daxuyaniyê de, biryarên hatine derxsitin û ji wane:

-Wekî ciwanên şoreşger a Sûriyê vê kongreyê diyarî Rêber APO, şehîdên şoreşa me û li Berxwedana Serdemê dikin.

-Kongreya duyemîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê rizgarkirina Rêber APO wekî armaca xwe digre dest û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber APO em ê têkoşîn bikin.

-Ji bo rizgarkirina Efrînê û sekandina li dijî faşîsta dewleta Tirk têkoşîn were meşandin.

-Kongreya serferberiya rêxistinkirinê radighine û têkoşîna xwe li ser vî esasî dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button