MÎHRÎCANA FILMAN A KOBANÊ YA NAVNETEWÎ BI MERASÎMÊ XELATÊ BI DAWÎ BÛ

Mîhrîcana Filman a Kobanê ya Navnetewî di roja 7. de bi merasîmê xelatê bi dawî bû.

Çalakiyên Mîhrîcana Filman a Kobanê ya Navnetewî 13’ê Mijdarê bi boneya salvegara 58’an a Komkujiya Amûdê ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve hatibû organîzekirin.

Çalakiyên Mîhrîcanê li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Mîhîrecan jî 80 fîlm ku di nava 400 filmên ku ji dewletên cîhanê ji komîteyê re hatine şandin pêk hat.

Navê fîlmên ku hêjayî xelatê hatî dîtin wiha ne:

Beşê filêm karton: Fîlmê “Agong “ku derhênerê wê Leyla Tobparak e.

Beşê belgefîlm: Filmê “Afrînerên Hêviyê “yê derhêner Mihyedîn Erselan.

Filmê sînema: Filmê “Bêdengiya kesekî din” derhêner Modela Caradivo.

Film dê li kampên Eyn Îsayê, Şehba li Bakurê Sûriyê û li Wargeha Mexmûr a li Başûrê Kurdistanê werin pêşandan.

Leave a Reply

Back to top button