Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê Kongreya Yekîtiya Werzîşê ya Damezrîner a Yekemîn li dar xist.
Kongre bi silogana ‘Werzîş beriya ku bibe pêşbirka pêkanîna yekemîntiyê, perwerdekirina giyan e’, li stada Firatê ya werzîşê hat lidarxistin.
Bi dehan werzîşvan, nûnerên Partiyên siyasî û saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.
Di kongreyê de gelek kes axivîn û vekirina Yekîtiya Werzîşê pîroz kirin.
Piştî bidawîbûna axaftinan rêziknameya yekîtiyê ji hêla endama Komîteya Ciwan û Werzîşê ve Fatme Xelîf ve hate xwendin û bi kesên beşdar re hat nîqaşkirin.
Her wiha 16 endam ji bo Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Werzîşê hatin hilbijartin.
Kongrê bi siloganan bi dawî bû.