AMADEKARIYA VEKIRINA SÛKEKE GELÊRÎ DIKE

Zêdetirî 40 malbatên Efrînî li Kampa Vegerê bi cih bûne.

Rêveberiya kampê amadekariya vekirina sûkeke gelerî di kampê de dike.

Kampa Vegerê di Cotmeha sala borî de li gundê Zaretê hat avakirin.

Piştî 3 mehan ji vekirina kampê, rêveberiya kampê 140 kon amade kirin.

Hejmara niştecihên kampê gihîşt zêdetirî 40 malbatî .

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya meclisên xwe tevahî pêwîstî û karê xizmetê pêşkêş dike.

Niha jî amadekariyên vekirina sûkeke gelêrî ji bo pêkanîna pêdiviyên gel wekî sebze û pêwîstiyên jiyanî yên rojane tê kirin.

Leave a Reply

Back to top button