DIVÊ HÊZÊN EMERÎKA LI SÛRIYÊ Û AFGANISTANÊ BIMÎNIN

Senatorê Emerîkî Mitch McConnell xwest ku hêzên Emerîkî di Sûriyê û Afganistanê de bimînin.

Mitch McConnell duh pêşniyarqanûnek pêkêşî Meclîsa Senatoran kir.

Li aliyekî din jî Serokê Istixbarata Netewî ya Emerîkayê Daniel Coats ragihand ku dewleta Tirk li dijî siyasetên Emerîkayê yên li herêmê derdikeve.

Lîderê Komarparêz di Meclîsa Senatoran a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de, Mitch McConnell xwest ku hêzên Emerîkî di Sûriyê û Afganistanê de bimînin.

Mitch McConnell duh pêşniyarqanûnek pêkêşî Meclîsa Senatoran kir.

Di pêşniyarqanûnê de McConnell ji DYE xwest ku hêzên xwe ji Sûriye û Afganistanê venekişîne.

McConnell diyar kir ku divê hêzên emeriki li herêmê heya têkçûna DAIŞ’ê bimînin û wiha domand:

“Hemû komên Îslamî yên radîkal ku DAIŞ û El.Qaîde di nav de ne, ji bo Emerîka gefeke mezin e.”

Senatorê Emerîkî Mitch McConnell wiha bi dawî kir:

“Em ne polîsên cîhanê ne, lê hema em rêveberên cîhana azad in.”

Li aliyekî din jî Serokê Istixbarata Netewî ya Emerîkayê Daniel Coats ragihand ku dewleta Tirk hewil dide li herêmê hevrikiyê bi Emerîkayê re bike.

Coats di rûniştineke komîteya Îstixbaratê ya senatoya Emerîkayê ya girêdayî kongressê de axivî û wiha got:

Li gorî me, Tirkiye di pêvajoyeke guhertina nasnameya siyasî û netewî re derbas dibe.

Ev yek wê têkiliya Washington û Tirkiyê ya 5 salên pêşiya me zehmetir bike.

Hêviyên Tirkiyê yên li herêmî, bê-baweriya wê bi Emerîkayê û bilindbûna asta desthilatdariya lîderên wê, têkiliyên navbera me zehmetir dike û dihêle ku Eneqere li dijî siyasetên Washingtonê yên li herêmê rabe.

Leave a Reply

Back to top button