QERQAŞ: EM LI DIJÎ AVAKIRINA HERÊMEKE BI EWLE JI ALIYÊ TIRKIYÊ VE NE.

Imarat avakirina herêma bi ewle ya li bakurê Sûrî red kir.

Wezîrê Karên Derve yê Imaratê Enwer Qerqaş diyar kir ku welatê wî avakirina herêma bi ewle ya ji aliyê Tirkiyê ve red dikin û wiha got:

Em li dijî rewakirina hêzêke biyanî li dewleteke ereb in.

Em bi parastina mafê Kurdên li Sûriyê ne.

Wezîrê Îmaratî ji televîzyona El-Hura ya Emerîkî re axivî.

Enwer Qerqaş diyar kir ku welatê wî li kêlek parastina mafên Kurdên li Sûriyê ne û wiha got:

Em avakirina herêma bi ewle ji aliyê Tirkiyê ve red dikin.

Qerqaş li ser jinûve vekirina balyozxaniya Îmarat li Sûriyê jî, diyar kir ku ev gav piştî gelek danûstandinan pêk hatin.

Wezîrê Karên Derve yê Imaratê Enwer Qerqaş dawiyê teqez kir ku welatê wî bi biryara civata navnetewî ya “nabe beriya çareseriya siyasî jinûveavakirin dest pê bike” girêdayî ye û ew ti carî hebûna Îranê li Sûriyê qebûl nakin.

Leave a Reply

Back to top button