AKP’Ê BI DENGDÊRÊN SEXTE Û BERTÎLÊ DEST BI KARÊ HILBIJARTINÊ KIR

Hikumeta AKP ku beriya her hilbijartinê di bin navê ‘alîkariyê’ de bertîlan belav dike, niha jî heman rêbazî bikartîne.

Niha jî plana dengdêrên sexte xistiye dewrê.

Hikumeta AKP li deverên ku şensê xwe yê serketinê nîne, bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re kete nava lêgerînên nû.

Niha jî qeyda 2 hezar û 500 dengdêrî ji navenda Wanê bir navçeya Şaxê.

Piştî Şaxê, derket holê ku AKP’ê li gundikê Dalli yê navçeya Elbakê jî 70 hilbijêrên sexte qeyd kiriye.

LI WANÊ ÊRÎŞ LI OTOBUSA HILBIJARTINÊ YA HDP’Ê HAT KIRIN

Li aliyê din zextên li ser xebatên HDP’ê yê hibijartinê jî êdî dest pê dike.

Li Wanê, êrîş li otobusa hilbijartinê ya HDP’ê hate kirin, camên wê hatin şikandin û nîşaneyên nîjadperestiya Tirk ku ji aliyê AKP’ê ve tên bikaranîn li ser hatin xêzkirin.

Leave a Reply

Back to top button