CEMÎL BAYIK: DIVÊ GELÊ ME LI HER DERÊ DEST BI BERXWEDANÊ BIKE

Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’Ê Cemîl Bayik peyameke bi dîmen şand ji berxwedêrên grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi çalakiyê kirine.

Cemîl Bayik got:

Dema ku li ser Rêbertiya me komplo pêk hat, gelê me çawa dest bi serhildanê kirin, divê niha jî bi heman ruhî dest bi berxwedanê bike.

Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik peyameke bi dîmen şand ji berxwedêrên grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi çalakiyê kirine.

Cemîl Bayik diyar kir ku berxwedana grevên birçîbûnê roj bi roj geş dibe û got:

“Çalakger diyar dikin heta ew bigihêjin armanca xwe ew ê çalakiya xwe bidomînin. Çalakiya heval Leyla Guven li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê û li bajarên Ewropayê deng da. Nasir Yagiz, Şiyar Xelîl, Huseyîn Yildiz, Îlhan Şîş, Yûsûf Îba, Mûstafa Tûzak, girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê, li Strasboûrg, Silêmanî, Hewlêr, Mexmûr, Şengal û Rojava, ez hemû çalakgeran silav dikin.

Hûn ne bi tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo mirovayetiyê jî li ber xwe didin û destanekê dinivîsin.

Berxwedana greva birçîbûnê her roja diçe têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd hê zêdetir rawa û bi maf radixe berçavan.

Ev jî dihêle dostên Kurdan li gel wan cih bigirin.

Cemîl Bayik diyar ki ku desthilata AKP/MHP’ê dest bi lîstikan kiriye û ev tişt anî ziman;

Niha jî lîstikek tê lîstin û dixwazin ji vê encam bigirin. Divê AKP/MHP û dewleta Tirk baş bizane êdî ev cûre lîstik encamê nagirin. Êdî ji van lîstikan encamê nagirin, ya dimîne divê daxwazên Leyla Guven û berxwedêrên grevên birçîbûnê bipejirîne, bi Rêber Apo û çalakvanan re rûne.”

Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik bang kir ku kî li kû dibe bila bibe raber serhildanê û ser lingan got:

“Di pêvajoya komploya li ser Rêbertiya me gel çawa rabû ser lingan, serhildanê, li ber xwe da û şehîd da. Divê heman ruh û berxwedanê esas bigirin. Wê demê wê ev çalakî bi encam bibin.”

Leave a Reply

Back to top button