QSD: LI GUNDÊ MERAŞDÊ MIQDAREKE MEZIN JI ÇEK Û CEBILXANEYA ÇETEYAN HAT DÎTIN

Qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê di baregehên dawî yên çeteyan de dewam dike.

Navenda Ragihandina QSD’ê da zanîn ku şerên dijwar di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû didin.

Navendê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parvekir;

Şervanên QSD’ê êrîşek birin ser navendên çeteyên DAIŞ’ê û şer derket.

Di encamê de, hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Her weha miqadeke çek û cebilxane jî ketin destê şervanan.

Balafirên Koalîsyonê jî, 14 êrîşên hewayî bi ser baregehên çeteyan de pêk anîn.

Tîmenên endezyariya leşkerî jî, li gundê Meraşdê mayinên çeteyan bêbanor kirin.

Di dema operasyona paqijkirinê de, şervanan miqdarek çek û cebilxaneya çeteyan jî dîtin.

Leave a Reply

Back to top button