DESTEYA KARÛBARÊN CIVAKÎ: ÎDIAYÊN ‘NY’ YÊN DERBARÊ KOÇBERAN DE NE RAST IN

Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kir ku îdiayên Netewên Yekbûyî ku dibêje “Rêveberiya Xweser azarên keçberan zêde dike” ne di cih de ne.

Sedema bingehîn ew e ku prosesa alîkariyê hatiye polîtîkirin û ji ber zextên li ser NY`yê ew ji pîvana mirovahî dûrketiye.

Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da û bal kişand ser sedema derengbûna derbasbûna alîkariyan ji bo koçberan re.

Di daxuyaniyê de weha tê gotin:

Di dirêjahiya aloziya Sûriyê de, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bûye spartgeha koçber û penaberan.

Tevî xemsariya rêxistinên navdewletî û mirovî, Rêveberiyê koçber pêşwazî kir û bi derfetên heyî pêwîstiya wan bi cih anî.

Rêxistinên mirovî yên navdewletî jî îdia dikin ku Rêveberiya Xweser ji aloziya koçberên ji herêmên şer ên Dêrazora reviyane berpirsyar e.

Ev Îdia ji rastiyê dûr in.

Nemaza ku di Nîsana 2018’an de ji bo pêngava Dêrazorê me bi Komseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî koorînde kiribû û me pêşniyar kiribû ku li bajaroka El-Etîla kampeke ji bo koçberên Hacîn û Baxozê were avakirin, lê ev pêşniyar ji aliyê Buroya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişlo bi hinceta ku herêm ne ewle ye hate redkirin.

14’ê Çileya 2019’an jî di civîna bi rêxistinên Neteweyîn Yekbûyî re pêşniyar hat kirin ku du navend ji bo pêşwazîkirina koçberên Dêrazorê were avakirin, lê dîsa ev pişniyar aliyê burya komseriyê ve hate redkirin.

Lê em dibînin ku daxuyaniyên berevajî vê yekê belav dikin.

sedema bingehîn ew e ku prosesa alîkariyê hatiye polîtîkirin û ji ber zextên li ser NY`yê ew ji pîvana mirovahî dûrketiye.

Bi taybet piştî ku şandina alîkariyan ji Qamişlo ber bi Holê ve dereng ma, rexmî ku konveyên alîkariyê ji beriya 10 rojan ve barkirî ne, lê rêxistineke girêdayî rêjîma Sûriyê îmze nekir ev yek jî bû sedema ku alîkarî neghêjin koçberan.

Lewma em bang li aliyên têkildar dikin ku berpirsyartiya xwe ya li hemberî van herêman bi cih bînin.

Wekî Rêveberiya Xweser ji bo karekî hevbeş û avakirina nuqteyên ewle ku rê li ber aloziyê bigire amade ne.

Leave a Reply

Back to top button