PARTIYA SOSIYALÎST A DEMOKIRAT A SWÊDÎ SELAHETTIN DEMÎRTAŞ JI BO WERGIRTINA XELATA NOBELÊ PÊŞNIYAR KIR

Hevserokê Berê yê Partiya Demorkatîk a Gelan HDP’ê Selahettin Demîrtaş ji bo girtina xelata Nobelê hat pêşniyarkirin.

Pêşniyar ji aliyê Cîgirê serokê Partiya Sosyalîst ya Swêdî Thomas Hammarberg ve hat kirin.

Partiya Sosyalîst a Demorkat, Hevserokê berê yê HDP’ê ku niha li zindankirî ye Selahettin Demîrtaş ji bo girtina xelata Nobelê ya aştiyê hat pêşniyarkirin.

Cîgirê serokê Partiya Sosyalîst ya Swêdî Thomas Hammarberg di nameya xwe ya ji bo komîteya Nerwêcî ya dayîna xelata Nobelê de wiha dibêje:

Di dirêjahiya 12 salan de Selahettin Demirtaş jiyana xwe ji bo aştiya di navbera Kurd û Tirkan de derbas kiriye.

Wî xebat ji bo mafê kêmnetewan, mafê jinê, ji bo pêkanîna Demokrasiyê li Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurdî di rêya aştiyê de xebata xwe didomand.

Heta niha Komîteya Nerwêcî jî ti berisv nedaye pêşniyarê.

Wê komîte Cotmeha bê navê kesê ku xelatê wergire eşkere bike.

Ji sala 2016’an Demîrtaş bi awayekî ne hiquqî di zindanê de tê girtin.

Leave a Reply

Back to top button