QONAXA DAWÎ YA PÊNGAVA BAGERA CIZÎRÊ LÎLWA EBDULAH: DI DEMEKE KIN DE EM Ê MIZGÎNIYA DAWÎANÎNA DAIŞ’Ê BIDIN

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza dewam dike.

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdulah diyar kir ku, şer berdewam e lê çete sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin û got,

Di demeke kin de em ê mizgîniya dawîanîna DAIŞ’ê bidin.

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê li dijî herêmên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê de dewam dike.

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdulah têkildarî pêşketinên dawî yên şer ji ajansa Hawarê re axivî.

Lîlwa Ebulah diyar kir ku, QSD’ê operasyonên li dijî çeteyan heta bi sînorên Iraqê destnîşan kiribû û ji bo bi dawîbûna wan kêm maye.

Berdevka Pêngavê bal kişand ser rewşa sivîlan û got,

Li gundewarên Baxoz û Meraşdê, şerên dijwar rû didin, lê çete sivîlan weke mertalên zindî bikar tînin û got,

Şervanên QSD’ê korîdorên ewle vedikin da ku sivîlan ji destê wan rizgar bikin û bigihînin herêmên ewle.

Lîlwa Ebdulah gefên dewleta Tirk li ser herêmê bi hewldana vejandina DAIŞ’ê ve girê da û ev tişt anî ziman,

Serkeftina li dijî DAIŞ’ê nêzîk e û di demeke kin de em ê mizgîniya serkeftinê bidin şêniyên herêma Dêrazorê.

Berdevaka Pêngava Bagera Cizîrê îşaret bi şaneyên razayî yên DAIŞ’ê kir û destnîşan kir ku, DAIŞ`ê hîna li Bakurê Sûriyê tune nebûye.

Şaneyên wê li herêmê çalak in û mayinan li herêmê diçînin.

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdulah di dawiyê de diyar kir ku, tîmên endezyariyê yên rakirina mayinan bi awayekî xurt kar dikin û piştî paqijkirina herêmên wan, sivîlan li herêmên ewle bi cih dikin.

Leave a Reply

Back to top button