TÊ IDDIAKIRIN KU KOALÎSYONA NADEWLETÎ ÊRÎŞÎ NUQTEYÊN HÊZÊN REJÎMÊ KIRIYE

Tê îdiakirin ku koalîsyona navdewletî êrîşî nuqteyên hêzên rejîma sûrî kiriye.

Vê sibehê çavkaniyeke leşkerî ya rejîma Sûrî ragihand ku balafirên Koalîsyona navdewletî ya bi serkêşiya Emerîkayê, êrîşî nuqteyeke hêzên rejîmê yê li Bukemalê kiriye.

Li gorî heman çavkaniyê, êrîş li herêma Sekeriyê ya rojavayê Bukemalê li dijî nuqteyeke topavêjan a hêzên rejîma Sûrî pêk hatiye.

Ajansa Sana ya girêdayî rejîmê jî diyar kir ku di encama êrîşa balafiran de, nuqteya topavêjan hatiye rûxandin.

Gelek caran rejîma Sûrî, koalîsyona navdewletî bi êrîşên bi vî rengî tewanbar kiriye.

Heta niha koalîsyonê ti daxuyaniyên fermî nedaye.

Leave a Reply

Back to top button