Herî dawî 3 endamên RJAK’ê ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin

Partî Demokratî Kurdistan-PDK, sûcekê li dû yekê dike. Herî dawî 3 endamên Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê-RJAK’ li Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine revandin. Rêveberiya RJAK’ê dibêje heya niha ti agahî der barê her 3 endamên wan de nayê girtin.

Partî Demokratî Kurdistan – PDK di çarçoveyê siyaseta dewleta Tirkî ya dagirker de, kurdan û endamên partiyan binçav dike.

3 endamên Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê-RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û Seyran Ehmed Hesen, ên ku ji bo merasîmên bibîranîna şehîdên fermana 73’yan çûbûn Şengalê her 3 piştî bidawîbûna merasîman, di dema birêketina ber bi Silêmaniyê ve, li benda kontrolê Kelekê ya Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve hatin revandin.

Li gor rêveberiya RJAK’ê, endamên şandeyê heya niha nehatine berdan û ti agahî ji wan nayê girtin.

Rêveberiya RJAK’ê diyar kir ku asayîşa Hewlêrê heya niha tevî bangên serbene ew, ne jî malbatên wan der barê rewşa wan agahdar nekirine.

Ji her 3 jinan, 2 dayik in û zarokên wan li dû wan mane.

Sûcên PDK’ê li dij kurdan her ku diçe zêdetir dibin.

Şeva 2’yê Tebaxê, hêzên PDK’ê li bajarokê Şêladizê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê, bi ser hin malan de girt û 3 ciwan revandin.

Li gor agahiyan, ciwanên hatine girtin, Suheyp Kêdêrî, Metîn Ertuşî û Ferîd Zêbarî ne.

Der barê sedema girtina her 3 ciwanan, ti agahî heya niha nehatine biparvekirin.

Yên ku ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê dibin jî, ji aliyê PDK’ê ve tên revanidn..

Berî 2 mehan, 3 nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser girtibûn.

2 nûner piştî demekê hatin berdan û yek jî hê li gel PDK’ê girtî ye.

Back to top button