Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ku ji bo starta Newroza 2022’yan li Elkê, ji aliyê şêniyên navçeyê ve bi def û zirneyê hat pêşwazîkirin.
Starta Newroza îsal wê bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” sibê li navçeya Elkê ya Şirnexê bê dayîn.
Şandeya ku ji KCD, DBP û HDP’ê pêkhatî, ji bo starta Newrozê hat Elkê.
Şêniyên navçeya Elkê şande li ketina navçeyê bi def û zirneyê, bi govend û tilîliyan pêşwazî kir.
Girse û şande bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Newroz” heya avahiya HDP’ê ya navçeyê meşiyan.
Sibê wê li navçeyê Newroz li quntara Çiyayê Katoyê bê pîrozkirin.
SErlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Wanê ragihand ku dê Newrozê li quntarên Keleha Wanê pîroz bikin.
Wê parlementerên HDP’ê Sezaî Temellî, Feleknas Ûca û Mûazzez Orhan wekî axivêr tevli pîrozbahiya Newrozê bibin.
Lawje, hunermend Ayfer Duzdaş, Koma Pel û hunermend Elenora derkevin ser dikê.
Li Wanê Newroz di 20’ê Adarê û li Erdîşê jî wê di 17’ê Adarê de bê pîrozkirin.