Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê navber dewam dikin. Îro dîsa dagirkeran bi balafireke bê mirov gundê Til-Dimşîş ê Til Temirê bombebarankirin û li Kobanê jî 3 ciwan ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin êşkencekirin.
Îro, di saetên ber bi êvarê de, balafireke bê mirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker gundê Til-Demşîş ê Til-Temirê ku li ser riya Hesekê ye bomebebaran kir.
Hat ragihandin di êrişê de, 3 kes birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyan.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, piştî bombebarana bi balafirê, gundê Til Tewîl ê Asuriyan ê li rojavayê Til Temirê jî da ber topan…
Li Kobanê leşkerên Tirk 3 ciwan girtin û ew êşkence kirin
Li aliyê din, Hêzên Asayişê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ragihand ku leşkerên Tirk li Kobanê li ser sînor êşkence li 3 ciwanan kirine.
Kesên birîndar bûne li nêzî xeta sînor leşkerên Tirk ew girtine û êşkence kirine û paşê avêtine nav zeviyên çandiniyê .
Bijîşkê ku çavdêriya rewşa van ciwanan dikin, diyar dikin ku ew ji rû û milên xwe ve birîndar bûne.



