Şêx û rûspiyên eşîrên gundewarên rojavayê Dêrazorê bi daxuyaniyekê teqezî bi redkirina binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê pêk tîne kir.
Bi dehan şêx û rûspiyên eşîran, endamên saziyênê sivîl li çerxerêya bajarokê El-Kesra yê rojavayê Dêrazorê kom bûn û daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de rejîma Tirkiyê ya hovane û çeteyên wê ku gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyaset û hovîtiya wan hatin şeremzarkirin û hat gotin:
“Dewleta Tirk malan topbaran dike, zarok û jinan dikuje da ku sînaryoya osmanî dûbare bike û qanûnên navneteweyî binpê dike.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat teqezkirin ku gelên herêmê li hember komployên mêtingeriyê bi hêztir dibin û piştrast kir ku dê destekê bidin QSD`ê û dê destekê bidin projeya demokratîk a li herêmê.