Sibê salvegera çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan e. Arîn Mîrkan bi vê çalakiyê bû sembola têkoşîn û berxwedanê. Bi boneya salvegera 8. a çalakiyê Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrînê, Ferîda Îbo dibêje ewê li ser şopan Arînan berxwedana xwe xurt bikin.
15’ê Îlona 2014’an çeteyên DAIŞ êrişên xwe birin ser kantona Kobanê.
Di berxwedana Kobanê de şervanên YPJ’ê û YPG’ê têkoşînek mezin dan.
5’ê Cotmeha 2014’an dema çeteyên DAÎŞ’ê bajarê Kobanê dorpêç kiribû Arîn Mîrkan a di nava YPJ’ê de fermandarî dikir.
Wê li Girê Miştenûrê li dijî DAÎŞ’ê çalakiya fedayî pêk anî û şerê li Kobanê derbasî qonaxa serkeftinê kir.
Jina şoreşger Arîn bi çalakiya xwe, hişmendiya DAIŞ’ê ya tarî li Kobanê têk bir.
Ferîda Îbo-Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrînê
Bi rashatina salvegera 8’emîn a çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan, Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrînê, Ferîda Îbo nirxandin kir.



