Cara yekê ye bi vî rengî depoya gola bendava Firat kêm diibe!

Dewleta Tirk ji destpêka 2021`an ve para Sûriye û Iraqê ya ava çemê Firatê nade ..
Odeya Xebatan a Bendava Firatê jî eşkere kir ku cara yekê ye ku depoya gola bendavê ewqas kêm dibe.
Ji ber nedana avê 2 milyar metrekab av ji depoya xwezayî ya gola bendavê kêm bûye.

Endamê rêveberiya Odeya Xebatan a Bendava Firatê Îmad Ibêd derbarê vê yekê axivî..

Îmad Ibêd got:

Rêjeya gola Firatê niha heta 299 metrekab kêm bûye.

Yanî bi qasî 5 metreyan kêm bûye.

Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê girtiye.”

Ibêd diyar kir ku niha 11 milyar metrekab di golê de heye..

Ji ber ku ji depoya xwezayî ya golê zêdetirî 2 milyar metrekab kêm bûye.

Cara yekê ye ku depoya golê ewqas kêm dibe..

Ibêd tekez kir ku heger rewş bi vî rengî dewam ke dê karesateke aborî û mirovî çêbibe..

Dê bandor li jiyana derdora 7 milyonan şênî bike ku li beravên Firatê dimînin.

Back to top button