Ji bo amadekariyên Hilbijartinên Şaredariyan,li Kantona Minbicê 6 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin.
Ebdurehman El Himêdî yek ji endamê lijneyê ye diyar kir ku piştî kantona Firatê, Lijneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan avakirina 6 lijneyên hilbijartinê li kantona Minbicê bi dawî kir.
Li gorî benda 24’an, Qanûna Hilbijartinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lijneyên hilbijartinê yên kantonan berpirsên avakirina lijneyên hilbijartinê yên li bajar û bajarokan e.
Di heman bendê de tê gotin, lijneyên hilbijartinê demkî ne, xebatên wê ji amadekariya hilbijartinan ve dest pê dike û bi ragihandina encamên hilbijartinan re bi dawî dibe.
Mîsyona lijneyên hilbijartinê yên bajar û bajarokan,ji bo diyarkirina hejmara sendoqan, belavkirina wan li bajar û bajarokan, çavdêriya proseya hilbijartinan e.



