Civaknasê Zanîngeha Otonom a Barcelonayê Prof. Loûîs Lemkow sedem û armancên tecrîda li ser Rêber Apo wıha anî ziman.”Tecrîd zexteke siyasî ye û bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Dewleta Tirk hewl dide tecrîda Îmraliyê normalîze bike.
Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, kesekî girîng e.Divê azad bibe.”
Civaknasê zanîngeha Otonom a Barcelonayê Prof. Loûîs Lemkow derbarê bêhiqûqiya li Imraliyê ya derheqê Rêber Apo de axivî.
Prof. Loûîs Lemkow anî ziman ku tecrîda Îmraliyê qet nayê qebûlkirin û wiha got:
“Şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan, di aliyê hiqûqî de nayê şîrovekirin.
Ev tecrîd bi tevahî zexteke siyasî ye û meseleyeke ku nayê qebûlkirin.
Lewma şert û mercên ku Ocalan di nav de ye, di rojeva me de jî ye.”
Pro. Loûîs Lemkow: Pirsgirêkên Siyasî bi bikaranîna daraz û tecrîdê nayê çareserkirin
Prof Lemkow di heman çarçoveyê de balkişand ser zextekarî û siyasetkirina darazê li Tirkiyê û wiha got:
“Li Tirkiyê demokrasî tenê bi nav e, lê di rastiyê de rejîmeke zextkar heye.
Krîza mafên mirovan a li dijî Abdullah Ocalan jî, encama vê yekê ye.
Li Tirkiyê demokrasî tê tunekirin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, sîstema darazê tê bikaranîn.
Ev ji bo me çavkaniyeke mezin a fikarê ye.”
Pro. Loûîs Lemkow: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Civaknasê zanîngeha Otonom a Barcelonayê Prof. Loûîs Lemkow di dawiya axaftina xwe de îşaret bi girîngiya Rêber Apo kir û got:
“Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, kesekî girîng e.
Ez difikirim ku ew pir baş nûneriyê ji daxwazên Kurdan re dike.
Lewma divê Abdullah Ocalan azad bibe.
Ew ji ber îdeolojî û daxwazên xwe hatiye mehkûmkirin.
Ev jî nîşan dide ku ew girtiyekî siyasî ye. Lewma divê Ocalan azad bibe.”



