Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtinên xwe li gel kesayetên bi Rêber Apo re rûniştine didomîne.
Însiyatîf bi wan re rêbazên bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê nîqaş dike.
Însiytaîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li bajarê Hesekê bi gelek kesayetên li gel Rêber Apo civyane re rûnişt.
Endamê însiyatîfê Silêman Îsa Ehmed behsa pêngava navneteweyî, hevdîtinên wan bi siyasetmedar û hiqûqnasên cîhanî û yên xelatên nobelê wergirtine re, kir û got:
“Em dixwazin nêrîna kesên bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine der barê bidawîkirina pergala tecrîdê û qirkirinê de guhdar bikin.”
Di civînê de teqezî bi belavkirina ramanên Rêber Apo li her derê û lidarxistina çalakiyan, ji bo ku fişarê li dewleta Tirk bê kirin da ku pergala îşkence û qirkirinê bi dawî bike, hate kirin.



