Artêşa Îsraîlê di nava rojê 2 caran êrişî Şamê kir.
Di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Êrişên Îsraîlê li dijî Sûriyê zêdetir bûne.
Navenda Çavdêriya mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şevê din Îsraîlê êrişî Şamê kir.
Êriş li dijî avahiyek li derdora deriyê Yabûs ê li gundewarê Şamê yê nêzî sînorê Lubnanê pêk hat.
SOHR: Di êrişê de 7 kes birîndar bûn
Di encama êrişê de 7 kes birîndar bûn.
2 ji wan Sûrî ne û 5 jî ne sûrî ne.
Pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê hewl dida li ber êrişê bigire.
Deriyê Yabûs yek ji deriyên sereke yên di navbera Sûriye û Lubnanê de ye.
Ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ve bi deh hezaran penaberên Sûriyeyî û yên Lubnanê tê re derbasî Sûriyeyê bûne.
Li gorî îdiayên Îsrîalê, armanca wê ji êrişên li ser deriyên sînorî qutkirina destekê li ser Hizbullahê ye.
https://hawarnews.com/kr/israile-deriye-sinor-bombebaran-kir-7-kes-birindar-bun
Di seatên nîvro jî balafirek bêmirov a Îsraîlê li li herêma navbera Dîmas û gundê Esed ên bakurê rojavayê Şamê cihek bombebaran kir.
Heta niha der barê vê êrişê tu agahî nehatine girtin.
Artêşa Îsraîlê ji serê salê û vir ve nêzî 90 carî êrişî Sûriyê kiriye
Li gorî daneyên çavdêriya Sûriyê, Îsraîlê ji destpêka salê ve 89 êrişli Sûriyeyê pêk anîne.
Di encama van êrişan de 221 leşker hatine kuştin û 164 jî birîndar bûne.
Her wiha 161 depoyên çekdan, baregeh, navend û erebe hatin îmhakirin.



