Li gîrtîgehên Tirkiyê girtiyek din yê siyasî hat qetilkirin
Ji girtiyên siyasî Abdulkadîr Kuday yê li Girtîgeha Metrîsê ya Stenbolê jiyana xwe ji dest da
Abdulkadîr Kuday girtiyek nexweş bû û hemû hewldan û serlêdanan nedihat berdan.
Kuday beriya jiyana xwe ji dest bide di hevpeyvîna xwe ya dawî de daxwaza gelê Kurd kiribû li dijî zilma heyî yekitiya xwe avabikin
Li gîrtîgehên Tirkiyê ku ji bo Kurd û demokratan bûne cihê mirinê, girtiyek din yê siyasî hat qetilkirin
Hat ragihandin ku Abdulkadîr Kuday yê 52 salî ku li Girtîgeha Metrîsê ya Stenbolê jiyana xwe ji dest da.
Malbata Kuday piştî bihîstina agahiya biêş ji bo girtina cenazeyê kurê xwe berê xwe dane girtîgeha Metrîsê.
Abdulkadîr Kuday girtiyek nexweş bû û tevî hemû hewldan û serlêdanan nedihat berdan.
Kuday 8’ê cotmeha 2014’an li navçeya Qosera Mêrdînê bi hinceta tev li çalakiyên Kobanê bûye, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin.
Li ser vê yekê dewleta Tirk a qirker cezayê muebeda girankirî lê birîbû.
Di girtîgehê de di serî de fitiqa piştê, gelek nexweşîn lê peyda bûn.
Tevî ku nexweşxaneyê ji bo wî rapora berdanê amade kiribû jî lê li ser rapora Saziya Tiba Edlî (ATK), Kuday berdana wî hat astengkirin.
Kuday 2014’an li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatibû girtin
Kuday, di sala 2014’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate girtin.
Ji ber zexta raya giştî 4 sal piştre di sala 2021’ê de Kuday sewqî nexweşxaneyê hate kirin.
Li nexweşxaneyê ji ewil teşhîsa fitqa piştê hate kirin.
Lê belê piştî êşên wî zêde bûn, dîsa birin nexweşxaneyê û di encama tetkîkan de derket holê ku bi nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz (ALS) ketiye.
Kuday beriya jiyana xwe ji dest bide demek kin beriya niha bi rêya parêzerên xwe pirsên Ajansa Mezopotamya bersivandibû.
Kuday di hevpeyvîna xwe de gotibû,
“Hevrêtî me li ser lingan digire.
Rewşa me li vir jiyanek hevrêtiyê ye.”
Her wiha destnîşan kiribû helwesta wan bersiveke li dijî zilma wan e û diyarkiribû ku heta ev zilm bidome wê berxwedana wan jî bidome.
Daxwaza Kuday ew bû ku, gelê me yekitiya xwe avabikin û ev wesiyet kiribû:
“Bila gelê me ziman û çanda xwe biparêzin. Bila ji hev hez bikin, bar û êşên xwe sivik bikin. Bila di her wateyê de gavan biavêjin. Her wiha wek hûn jî dizanin ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê divê berxwedana mezintir bibe.”


