Li Berlînê ji bo nîqaşkirin û çareseriya rewşa şer û qeyrana jinan konferansek hate li darxistin.Di konferansê de li ser gelek mijarên girêdayî jinê nîqaş hatin kirin.
Jinên beşdar li wir ev peyam dan:”Divê rêxistinbûn û hevgirtin bê mezinkirin.”
Li paytexta Almaniyayê Berlîn, ji bo nîqaşkirin û çareseriya rewşa şer û qeyrana ku li welatên mîna Sûdan, Kurdistan û Fîlîstîn pê re rû bi rû mane konferansek hat li darxistin.
Konferans bi beşdariya gelek jinên eneryonalîst, sazî û navendên hiqûqî hat li darxistin.
Li wir jinan di gelek mijarên li ser tundî û bandorên şer ên li dijî jinê nîqaş kirin.
Li ser navê Yekîtiya Gabriela ya Jinên Fîlîpînî ên Almanyayê Cathy axivî û wiha got:
“Her çiqasî gel naxwaze jî hêzên emperyal hewl didin bi zorê gel bikin perçeyek vê pergalê.
Di dema Şerê Vîetnamê de, Fîlîpîn ji aliyê Emerîkayê ve weke baregeh dihat bikaranîn û gel jî li dijî Vîetnamê dihat bikaranîn.”
“Divê rêxistinbûn û hevgirtin bê mezinkirin”
Llanquiray a ku ji Şîliyê ye jî diyar kir ku ew ji bo herêma Wallmapu beşdarî konferansê bûye û wiha pê de çû:
“Civaka îro nikare jiyanek bê bajar bifikire, lê di demên berê de mirov bi rengekî pir cuda bi rêxistinkirî bûn.
Divê em ji nû ve fêhm bikin ka em çawa berê hatine birêxistinkirin, li ser vê bingehê ev hevgirtin û rêxistinbûn girîng e.”
“hewl didin bi rêya leşkerî mêran derxin pêş”
Li ser navê Platforma Gemeinsam Kâmpfenê Emîly jî ev tişt anî ziman:
“Em şahidê rabûna rastgiran, bi taybetî jî zilamê spî yê baviksalarî ne.
Hewl didin bi rêya leşkerî dîsa mêran derxin pêş.
Divê em ji ewlekariya dewletê dûr bikevin û li ser misogerkirina ewlehiya civakê rawestin.”
“Ruxmî êşkence û revandina jinan jî jin li beramberî wê têdikoşin”
Safîa Manzûr a ji Belûcistanê jî anî ziman ruxmî ku li Belûcistana bi hezaran jin tên êşkencekirin û revandina jinan jî lê jin bi awayekî rêxistinî têdikoşin.
Di konferansa ku di nava rojê de nîqaşên tund hatin kirin de jinan peyama “Divê rêxistinbûn û hevgirtin bê mezinkirin” dan.



